Le Monde diplomatique kurdî - Hezîran 2010 -
Hejmar 8
Siyaseta alman, kurd û Tirkiye
Di
şanonameya xwe ya bi navê “Faust” de helbestvanê navdar ê alman Johann Wolfgang
von Goethe, welatiyekî alman weha dide axaftin:
“Ez di yekşem û rojên betlaneyan de ji xweşiya xwe re tiştekî
baştir nizanim,
Ji sohbeteke li ser şer û bang û hewara şer,
Dema ku li dûr, gelekî li dûr li Tirkiye’yê
Gel dikevin qirika hev.
Mirov li ber pace radiweste, qedehka xwe xelas dike
Û li jêrê dibîne çawa kelek û keştiyên rengîn di çem de berjêr dixuricin;
Paşê mirov dilşa vedigere malê
Û bi du’ayan aştî û demên aştiyê pîroz dike.”
Beriya 200 salan ev helwesta rehet guncan bû. Lê belê îro “şer û bang û hawara şer” li Tirkiye’yê, ji
ya ku gelek mirov têgihiştine û gelekî wê de, bêhtir bi Almanya’yê re
têkildar in. Ji bilî Rojhilata Navîn, li tu welatekî din ê dinyayê, bi
qasî li Almanya’yê hene, mirovên bi eslê xwe tirk û kurd
namînin. Bi ya daneyên fermî 2.7 milyon mirovên bi eslê xwe tirk li Almanya’yê
hene, bêguman di nava wan de bi sedhezaran welatiyên bi eslê xwe kurd jî hene ku nasnameya wan li Almanya’yê jî nayê
qebûlkirin. Bi ya gumanan, hejmara welatiyên bi eslê xwe kurd
li Almanya’yê gelekî bi ser nîv milyonî ketiye û digihîje heta 800 hezarî –
gelek ji wan di vê navberê de bûne welatiyên Almanya’yê. Ji ber ku di navbera
Tirkiye û Almanya’yê de têkilyên siyasî, leşkerî û aborî yên, ku dikarin
wekî dîrokî werin binavkirin, ji berê de hene, Almanya ji welatên Ewrûpa’yê
gişan bêhtir bi pirsgirêka kurd re têkildar bûye.
Ji rêya hesinî ya trênan a Bexda’yê heta bi hevgirtina di nava NATO’yê de
Hîna sala di sala 1838’an de efserê prûsyayî Helmuth von Moltke alîkarî da
sultanê osmanî da ku artêşeke xurt a bi ya mînaka Prûsya’yê damezirîne û
ji bo tepisandina serhildanên kurdan, wekî
şêwirmendê leşkerî bi rolekî girîng rabû. Ber bi dawiya sedsala 19’an ve împaratoriya alman kete qonaxa xwe ya emperyalîst û
fînans-kapîtal û li bazarên nû, qadên perexistinê û rezervên çavkaniyên xwezayî
yên li derveyî Almanya’yê geriya. Rosa Luxemburg a marksîst rewş weha
analîz kir: “Qada çalakbûnê ya herî girîng ji bo
emperyalîzma almanan bû Tirkiye. Li vir a ku leza wê diyar dikir Deutsche Bank
û bazarên wê yên gelekî mezin ên li Asya’yê yên li navenda siyaseta rojhilat a alman bûn. ” Ji bo ku sermayeya
alman bikeve Tirkiye’yê çekfirotin û çêkirina riyên hesinî, amûrên herî girîng
bûn. Împarator Wilhelm ê II. Di sala 1898’an de li
Şam’ê sond xwar ku ew dostekî dilsoz ê cîhana
musulman e, pêşketina emperyalîzma almanan li Rojhilata Navîn veguherî ew
mijar ku li pêş dihê girtin. Ji sala 1902’an û şûn
ve rêya hesinî ya Bexda’yê ku wê ji Konya’yê, di ser Bexda’yê re,
bigihiştana Kendava Pers, bû sembola pirsgirêkbarkirîbûna siyaseta cîhanî
ya alman. Şîrketa anonîm a ku ji aliyê Deutsche Bank ve dihat
birêvebirin di heman demê de bû xwediyê mafê derxistina petrolê li qadên
petrolê yên Mezopotamya’yê li dora Mûsil û Basra’yê.
Stratejîstê alman ê kolonyal Paul Rohrbach di pirtûka xwe ya bi navê Die
Bagdad-Bahn – Vom deutschen Weg zur Weltgeltung (Riyahesinî ya Bexda’yê: Ji
riya alman ber bi qebûlkirina ji aliyê cîhanê ve) de sala 1902 weha digot: “Bi
tenê Tirkiyeyeke di warê siyasî û leşkerî de bihêz, destûrê dide me ku
hêviyên mezin ên mezinkirina sermayeya me ya neteweyî û başkirina aboriya
me li welatên li ber beravên Ferad û Dîcle’yê, misoger bibin. Û her weha bi vî rengî emê karibin bi rastî bi îhtîmaleke mezin di
qada hebûna reel de jî cihê xwe bigirin. Tirkiyeyeke lawaz ne hêja ye ku
mirov qirûşekê lê xerc bike, lê belê li yeka bihêz mirov dikare çi qas
pere werin xwestin ew qasî lê bide. ”
Di vê siyasetê de piştî sedsalê jî hema bêjin tu tişt neguheriye.
Bîranînên li ser armanca
şer ên sermayeya yekdestdarî ya alman, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de
wezîfeya ku ji nava êgir perengan derxe, ango herêmên Qafqasan tevî çavkaniyên
petrolê yên li ber deryaya Hazar’ê dagir bike, da artêşa osmaniyan. Di bin fermandariya alman de
artêşa osmanî jî mil bi mil ve li cem împaratoriya alman şer kir. Di
qirkirina li dijî Ermeniyan a salên şer ên 1915 û 1916’an de, ku tê de
bêhtirî milyonek mirov hatin qetilkirin, dîplomatên alman bûn pê-zaneyên wê û
leşkeriya alman ji xwe bû alîkarê çekê destûbirayên xwe yên Jon-Tirkan. Adolf
Hîtler di 22’ê Tebaxa 1939’an de ev qirkirin ji xwe re mînak digirt. Hîtler di
axaftina xwe ya ji bo efserên payebilind ên leşkeriyê û SS’ê de, sebaret
bi şerê li dijî Yekîtiya Sovyetan, ku dihate plankirin, behsa bê dilrehmî
qirkirina dijmin dikir û got “Ma îro kî behsa tunekirina Ermeniyan dike? ”
Di çarçoveya NATO’yê de destûbiratiya çekan a alman û tirkan di salên 1960’î de
vejiya. Efserên tirkan li Akademiya Artêşa Alman a li Hamburg’ê û li
Dibistana Mekîneyên Zirxî ya Munster’ê hatin perwerdekirin. Piştî biryara
NATO’yê ya sala 1964’an ku alîkariya bêveger a çekan da Tirkiye’yê, di heman
salê de piştî Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, Almanya bû ew dewlet ku
herî zêde çekan difiroşe yan jî dide Tirkiye’yê. Heta 1991’ê çek û amûrên
leşkerî, ku buhayên wan 6.3 milyar mark bûn, Almanya’yê dan yan jî firotin
Tirkiye’yê. Bêhtirî nîvê van çekan piştî 1985’an, an ku piştî ku
têkoşîna çekdarî li Kurdistan’ê destpêkir, dan Tirkiye’yê. Dan û firotina
çekan heta îro bi tu qedexeya firotina çekan nehatiye astengkirin, lewra welatê
ku çek diçinê welatekî endamê NATO’yê ye.
Di bin
parastina manevraya payîzî ya NATO’yê de, ku li deverên kurdnişîn ên
Tirkiye’yê pêk hat û hezar leşkerên artêşa alman jî tê de beşdar
bûn, artêşa tirk di bin fermana Serokê Fermandariya Giştî ya
Artêşê Kenan Evren de di 12’ê Îlona 1980’ê de darbeyeke leşkerî pêk
anî. Çend rojan piştî darbeya leşkerî hukûmeta alman ji bo
çekdarkirina polêsên tirk bi Tirkiye’yê re peymanek mohr kir. Ji 1986’an û vir
ve tîmên taybet ên alman GSG 9, tîmên taybet ên tirk ji bo şerê li dijî
serhildanan perwerde dikin. Van tîmên taybet li Kurdistan’ê hovîtiyên bêhejmar
pêk anîne. Li aliyekî bi sedhezaran muxalif – sosyalîst, sendîkavan û
çalakgerên kurd – di zindanên cuntayê de dihatin wendakirin û gelekên din jî
dihatin qetilkirin, li aliyê din Almanya’yê têkiliyên xwe yên baş bi
Tirkiye’yê re dewam dikirin. Rojnameya muhafazakar “Die Welt” di sala 1981’ê de
ev xeta hevkariyê ya ku ji hev qut nabe û dewam dike, nas kir: “Bi vî awayî
Komara Federal a Almanya’yê kevneşopiyeke aboriya ber bi derve ve, ya ku
digihîje heta dema Împaratoriya alman, Komara Weimer û Împaratoriya Sêyemîn
(dema Desthilatdariya Naziyan), dewam dike. Ev yek jî xwe di pêwendiyeke ji nêz
ve ya taybet a di navbera alman û tirkan de dide der. Pêwendiyeke bi vî rengî
di navbera Almanya û tu dewleteke din de nîn e .”
Di destpêka salên 1990’î de Hukûmeta Federal a Alman beşeke mezin a çekên
Artêşa Gel a Neteweyî ya DDR’ê (NVA) da Tirkiye’yê. Bi vî rengî Hukûmeta
Federal a Alman bi riya ‘dîplomasiya deftera çekan’ a pê hevalbendekî di
NATO’yê de hat çekdarîkirin, xwe ji beşdarbûneke yekser a di wî şerî
de, ku di pêşengiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê de li dijî Iraqê sala
1991’ê hat birêvebirin, xelas kir. Almanya’yê ji panzerên NVA’yê 300 panzerên
heşt-dolabî yên modela BRT-60 dan Tirkiye’yê. Ev panzer çekên gelekî
baş in ji bo şerê li Kurdistana çiyayî. 250 hezar tifingên
kalaşnîkof ên NVA’yê jî bi taybetî ji bo çakdarîkirina bi deh hezaran
cerdevanan (nobedarên gundan? Notirvanên gundan?) hatin bikaranîn. Ev sîstema
cerdevaniyê li djiî PKK’ê hatiye rêxistinkirin. Di sala 1992’an de şahidan
da zanîn ku di êrîşa li dijî bajarê Şirnex’ê de panzerên bi vî rengî
yên ji Almanya’yê, hatine bikaranîn. Salekê paşê li Almanya’yê kanala
televizyonê ya dewletê ya duyemîn ZDF’ê dîmenek nîşan da. Di vê dîmenê de
xuya bû ka çawa gerîllayek, li nêzîkî navçeya Cizîr’ê ya bi ser Şirnex’ê,
bi panzereke BRT-60 ve hatiye girêdan û heta ku dimire di erdê re dihê
kaşkirin. Ji ber ku bi ya peymana NATO’yê alavên leşkerî yên ku dane
welatekî bi tenê ji bo parastina vî welatî dikarin werin bikaranîn, Hukûmeta
Federal a Alman di bin zextê de neçar ma ku dayîn û firotina alavên
leşkerî bo Tirkiye’yê ji bo demeke kurt rawestîne. Lê belê hukûmet heta
îro jî înkar dike ku têra xwe delîl hebûn, ku nîşan didin ku ew çekên ku
Almanya’yê dane Tirkiye’yê di şerê li dijî kurdan de hatiye bikaranîn.
Wezîrê Karê Derve Klaus Kinkel di 1995’an de îddîa dikir ku îhtîmal hebû ku ev
ew panzer bin ku Rûsya’yê firotine Tirkiye’yê, her çend Rûsya’yê bi tenê çendek
panzer firotibûn Tirkiye’yê.
Piştî
jihevketina Yekîtiya Sovyetan, di sala 1995’an de alîkariya leşkerî ya
NATO’yê bêmûçe dida Tirkiye’yê jî bi dawî bû. Lê belê firotina çekan a bi destê
şîrketên taybet ên endustriya çekan û bi garantiya îxracatê ya Hukûmeta
Federal a Alman her berdewam bû. Enqere’yê di 1999’an de xwest ku tankên tîpa
Leopard II bikire û ev yek wê demê ji bo hukûmeta federal veguherî azmûneke man
û nemanê. Hingî Partiya Kesk, ku di koalîsyonê de bû, xwe bi Partiya Sosyal
Demokrat da qebûlkirin û tank nehatin firotin. Lê demeke kurt piştî
hilbijartinên giştî yên sala 2005’an, koalîsyona di navbera Keskan û
Sosyal Demokratan de, piştî ku êdî hukûmeteke din jî hatibû hilbijartin,
wekî yek ji karên xwe yên dawî yên hukûmetê ji bo firotina 298 tankên Leopard
II peyman bi Tirkiye’yê re mohr kir. Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya
Stockholm’ê SIPRI di rapora xwe ya salane de, ku di Pûşber a 2009’an hat
weşandin, bi belgeyan nîşan da ku Tirkiye tevî Yûnanistan û Afrîkaya
Başûr hîna jî ew welat e ku herî zêde çekên alman dikire. Dema ku di
Sibata 2008’an de bi hezaran leşkerên artêşa tirk sînora Başûrê
Kurdistan’ê derbas kir, dîmenên televizyonan nîşan dan ku gelek çek û
alavên leşkerî yên alman di vê êrîşa li dijî huqûqa navneteweyî ya
gelan (humanîter? Mirovî?) de hatine bikaranîn. Di nava wan de panzer û
mekîneyên veguheztina leşkeran Unimog ên fîrmaya Mercedes Benz’ê jî hebûn.
Di Adara 2010’an de dîsa bi deh hezaran leşkerên tirk li ser sînora
Başûrê Kurdistan’ê hatin komkirin û veguhestina wan dewam dike, di vê demê
de serokwezîra Almanya’yê Angela Merkel li Enqere’yê peymana firotina 56 tankên
din ên Leopard II mohr kir.
Berjewendiyên aborî pêştirî mafê mirovan in
Piştî ku şerê sar bi dawî bû, ji bo siyaseta karê derve ya alman,
Tirkiye ji nû ve wekî dema avakirina riya hesinî ya Bexda’yê bû xwediyê rola
dergehê ku vedibe Rojhilata Navîn. Ji bo berjewendiyên li Rojhilata Navîn û
Nêzîk berferehbûnê yên Almanya’yê û gihandina madeyên xam ên li wir û bazarên
wir, Tirkiye hevalbendê stratejîk e. Almanya ev demeke dirêj e di warê
bazirganiyê de hevalbendê herî girîng ê Tirkiye’yê ye û bazara Tirkiye’yê tevî
70.5 milyon muşteriyên pêkan û şêniyên xwe yên ciwan ji bo
şîrketên alman gelekî girîng e. Mezinahiya bazirganiya dualî ya her du
welatan di sala 2007’an de gihişte hejmareke gelek bilind, 24.8 milyar
euroyan, û ji ber krîza aborî ya sala 2009’an ji sedî 19.8’an kêm bû. Buhayê
malên Almanya’yê, ku par firotin Tirkiye’yê, 11.5 milyar euro bû. Di nava wê de
beşa girîng, ji bilî endustriya çekan, a mekîneyan, alavên elektronîk,
wesaît û parçeyên ji bo endustriya çêkirina otomobîlan bû. Bi mîqdara 7.6
milyar dolar, ji sala 1980’î û vir ve ew welatê biyanî ku herî zêde pereyan
dixe Tirkiye’yê, Almanya ye. Di vê navberê de Rûsya niha hêdî hêdî, dike ku
wekî hevalbendê bazirganiyê yê herî girîng ê Tirkiye’yê, Almanya’yê derbaz
bike.
Ji bo
Almanya û Ewrûpa’yê Kurdistan di warê siyaseta enerjiyê de ji bo xetên lûleyên
petrolê û gaza xwezayî yên heyî û yên dihên plankirin, herêmeke gelekî girîng a
transît e. Bi vî rengî xeta lûleyên gaza xwezayî Nabucco di nava erdên
Kurdistan’ê re dibihure, ku Ewrûpa dixwaze pê hewcedariya xwe ya bi Rûsyayê ve
kêm bike. PKK, ya ku beriya niha gelek caran li dijî xetên lûleyên petrol û
gaza sirûştî çalakî li dar xistin, ji aliyê Yekîtiya Ewrûpa’yê ve wekî
xetera li dijî ewlekariya enerjiyê dihê dîtin. Yekîtiya Ewrûpa’yê bi vî rengî
destûrê dide “têkoşîna li dijî terorê” ya Enqerê.
Navhevketina
aborî ya Tirkiye û Almanya’yê, Tirkiye’yê dixe rewşekê ku ne bi tenê
girêdayî ye, her weha dixe rewşekê ku ew dikare daxwazan jî bike. Hukûmeta
tirk dikare bi awayekî rehet û ji xwe razî ji Almanya’yê bixwaze ku tedbîran li
dijî muxalifên kurd û tirk ên mişextbûyî bigire.
Şerê li dijî serhildanê yê ku ji sînoran dibihure
Dema ku piştî havîna sala 1984’an şerê çekdarî dest pê kir, PKK her
ku çû bêhtir li Kurdistan’ê xurt bû û pirsgirêka kurd bi serhildanan re bala
raya giştî ya navneteweyî kişand ser xwe. Bi ya NATO’yê, vê yekê
seqemgîriya Tirkiye’yê dixist xeterê; Tirkiye ya ku li dijî Yekîtiya Sovyetan û
pêşketin û bûyerên antî-emperyalîst ên li Rojhilata Navîn wekî bendek bû
ku bi kêrî NATO’yê dihat. Di çarçoveya şerê li dijî serhildanan ê NATO’yê
de wezîfeya ku dibû para dadgeriya siyasî ya Almanya’yê ew bû ku tevgera
rizgariya kurd wekî terorîst krîmînalîze bike. Li Rojavayê Ewrûpa’yê kurdek
bihata kuştin, ew dixistin stûyê PKK’ê. Rêxistina îstîxbaratê ya tirk
MİT’ê ji bo ku gunehê wê bixe stûyê PKK’ê, li dijî konsolosxaneya
giştî ya tirk a li Hamburg’ê êrîşek plan kir. Dozgerê giştî yê
federal Kurt Rebmann bi dîktatoriya leşkerî ya tirk re li dijî terorîzma
navneteweyî, hevkariyeke pir ji nêz ve dikir. Heman Kurt Rebmann Partiya
Karkerên Kurdistan’ê (PKK) wekî “dijminê sereke yê ewlekariya navxweyî” ragihand . Bi îddîaya ku endamên yekîtiyeke terorîst in û di
nava PKK’ê de dijminên partiyê kuştine, bi ya xala 129 a Qanûna Cezayî ya
Alman li 20 siyasetvanên kurd doz hat vekirin. Di saloneke dadgehê ya binerd de
yên ku dihatin gunehbarkirin ji 24’ê Cotmeha 1989’an û pê ve di qafeseke camî
de wekî heywanên kûvî hatin nîşandan – di çavên parêzvanan de ev
“şêwaza Ewrûpa ya Naverast a di warê paqijiyê de bêqusûr ê dozên qelp ên
girseyî yên dadgehên leşkerî yên tirk” bû. Li dijî piraniya mirovên ku
hatin dadgehkirin, doz ji ber “kêmbûna delîlan” betal bû. Di encama îfadeyên
şahidekî sereke de di Adara 1994’an de bi tenê li du kesên ku dihatin
gunehbarkirin cezayê muebbetê hat birrîn. Du kesên din, ên ku ceza li wan hat
birîn, jî di cih de hatin berdan, lewra dema ku dozê dewam dikir û ew girtî bûn
û ji cezayê ku li wan hatibû birîn bêhtir ew girtî mabûn. Hewldana dozgeriya
federal a alman, a ku dixwest deqa terorîstiyê li ser tevahiya tevgera
rizgariyê ya kurd bide, têk çûbû.
Dema ku
artêşa Tirk di 22’ê Cotmeh a 1993’an de navçeya Amed’ê Lice bombe kir,
kurdên li Ewrûpa’yê ku hêrsa wan rabûbû, li dijî nûnergehên tirk, qehwexane û
ofîsên tûrîzmê çalakî li dar xistin. Di çalakiyekê de xwediyê qahwexaneyekê hat
kuştin, tevî ku nehat piştrastkirin ku PKK’ê ev çalakî bi rê ve
biriye jî, Wezîrê Karê Navxweyî yê Almanya’yê Manfred Kanther (CDU) di 26’ê
Mijdara 1993’an de qedexeya xebatê danî ser PKK’ê, Eniya Rizgariya Neteweya
Kurdistan’ê (ERNK) û 29 komeleyên herêmî. Di fermana qedexeyê de weha dihat
gotin, “[...] xebatên PKK’ê û rêxistinên pê ve girêdayî li dijî qanûnên cezayî
ne, li dijî fikra bi hev re jiyana gelan e, ji bo ewlekariya navxweyî, nîzama
gelemperî û gelek kar û barên din ên Komara Federal a Almanya’yê tehlûke ye.
[...]. Sûcên wê ew e ku jiyana aştiyane ya di navbera kurd û tirkan de,
hem li Tirkiye’yê û hem jî li Almanya’yê, xerab dikin. [...] Çalakiyên bi
şîddet ên siyasî [...] ji bo berjewendiyên siyaseta derveyî welêt a Komara
Federal a Almanya’yê tehlûke ne. Ev çalakî têkiliyan bi dewleta tirk re gelekî
zêde xerab dikin [...]. Ajîtasyona siyasî ya PKK’ê û rêxistinên nêzî wê êdî
gihiştiye astekê ku di warê siyaseta derve de nema dikarin werin
başkirin. [...] siyaseta derve ya alman û siyaseta derve ya tevahiya
Cîhana Rojava, ji bo aştiya li tevahiya herêmê, alîgirê yekparebûna erdê hevgirê
xwe yê NATO, yê Yekîtiya Rojavayê Ewrûpa’yê WEU, û Ewrûpa’yê ye. Sebra ku em
nîşanî çalakiyên PKK’ê li Almanya’yê bidin, wê bike ku bawerî bi vê
siyaseta derve ya alman nemîne û baweriya yek ji hevgirên girîng ên ku em
qîmetê didin, wê bi me nemîne. Wekî din, li Tirkiye’yê hêzên ku dixwazin
têkiliyên bi Ewrûpa’yê re û pê re jî bi Cîhana Rojava re lawaz bikin, wê xurt
bibin [...].”
Bi qedexekirina PKK’ê ya ku bi kampanyayeke sorkirinê ya li dijî “Terorkurden
(kurdên terorê)” ya çapemeniya alman, bi sedhezaran welatiyên kurd ên li
Almanya’yê êdî bi giştî bûn gumanbar. Bi hezaran lêpirsîn hatin
destpêkirin. Ji sala 1993’an û vir ve gelek xwepêşandan, şahî û heta
maçên futbolê û dawet jî hatin qedexekirin, polêsan avêt ser bi sedan komeleyên
çandê û xaniyên taybet. Bi tenê nîşandana wêneyên Öcalan a di
xwepêşandanan de bi awayekî rêk û pêk dibe sedema girtin û birrîna cezayê
pereyan. Wekî li Tirkiye’yê, pîrozbahiyên Newroza sala 1994’an li Almanya’yê jî
hatin qedexekirin. Otobûsên 21’ê Adarê diçûn cihê prîozbahiyê hîna li ser
otobanan hatin rawestandin. Bi çûn û hatinê birrîna otobahnan Kurdan dixwest
riyan vekin. 1’ê Tîrmeha 1994’an li Hannover’ê, Halîm Dener’ê 16 salî dema ku
afîşa ERNK’ê bi dîwêr ve dikir, polêsekî sivîl ji pişt ve gule
berdayê û ew qetil kir. Dadgehê biryara beraata kujer da. Bi hinceta ku
şîara “Çareseriya Siyasî û Demokratîk li Kurdistan’ê” bi awayekî erînî
nêzî agirbesteke PKK’ê ya li Kurdistan’ê dibe û qaşo guman heye ku PKK wê
organîze dike, xwepêşandaneke mezin a ku ji bo 12’ê Adara 1996’an diviyabû
ku li Dortmund’ê bihata lidarxistin, hat qedexekirin. Polês dor li Eyaleta
Westfalya ya Bakurê Ren’ê (NRW) girt, destûr nehat dayîn ku mirovên ku wekî
biyaniyan xuya dikin ji trênan peya bibin û mekîneyên kurdan di wan de dolabên
wan bi xaçên sor hatin nîşankirin. Li Almanya’yê girtinên girseyî yên bi
ya qanûnên polês ên herî mezin ên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk
hatin. Li gelek deveran rewş veguherî şerê li ser kolanan ê bi
polêsan re. Hêrsa wî rabûyî, Serokê PKK’ê Abdullah Öcalan gef xwarin û got, eger
gefa dersînorkirinê li Kurdan were xwarin û wan radestî “dewleta faşîst a
Tirkiye” bikin, dibe ku kurd xwe bi çalakiyên xwekujî li Almanya’yê biparêzin.
Öcalan weha peyivî: “Almanya xetera ku bibe dijminê me yê şer ê duyemîn,
diafirîne. Her kurd hingî wê veguhere bombeyeke zindî.” Wezîrê Karê Derve yê
Almanya’yê îddîa kir ku PKK’ê fermana kuştina wî daye û çapemeniya
şelan a Bulvar jî qaşo bi planên PKK’ê yên kuştina ajotvanê
alman Michael Schumacher dizanî. Di dawiyê de Öcalan paş de gav avêt û ev
daxuyanî da: “Ev ê di warê siyasî û exlaqî de ne rast be eger em bixwazin doza
kurdan li Almanya’yê bi şîddetê çareser bikin. Ez bi awayekî zelal alîgir
im ku şîddet neyê bikaranîn.” Garantiya ku Öcalan da, ya ku alîgirên PKK’ê
li Almanya’yê ji niha û şûn ve wê bi ya qanûnan tevbigerin, bi rastî jî
rewş hinekî aram kir. Tevî ku di heman demê de serdegirtina komeleyan
dewam dikir û çalakiyên piçûk ên herêmî de beşdar bi hinceta sloganên ji
bo PKK’ê gotine mirov dihatin girtin, wê salê Festîvala Navneteweyî ya Kurd bi
tevlêbûna nêzî sed hezar mirovî bêpirsgirêk pêk hat.
Di dozên li dijî kesên bi ya îddîayên dewletê rêveberên PKK’ê de, kesên hatin
gunehbarkirin, bi ya şemaya ji salên 90’î û vir ve wekî xwe mayî û
neguherî, wekî “serokê” “yekîtiyeke krîmînel” – beriya 1998’an carina yê
“yekîtiyeke terorîst”- doz li wan dihat vekirin û li para bêhtir gelek sal
cezayê girtîgehê dihat birrîn. Ji bo vî cezayî ne ferz bû beşdariya sûcên
berbiçav jî were piştrastkirin. Di dozan de dadgehên alman bi israr naxwazin
guhertinên PKK’ê bibînin û her weha sedemên siyasî yên mirovên ku dihên
gunehbarkirin ku di îfadeyên dozê yên dirêj de tînin ziman jî, ji nedîtî ve
dihên. Bi vî rengî di 10’ê Nîsan a 2008’an de, Dadgeha Federal a Bilind a
Frankfurt’ê 3 sal û nîv cezayê girtîgehê li nûnerê partiyên kurd ên êdî li
Tirkiye’yê hatin qedexekirin HADEP û DEHAP’ê Muzafer Ayata birrî. Ayata ji sala
2002’an ve li Almanya’yê dimîne, û li Tirkiye’yê 20 salan di girtîgehê de maye.
Di sala
2008’an de zextên li ser kurdan li Almanya û welatên din ên Ewrûpa’yê zêdetir
bûn. Ev yek xwe dispêre lihevkirina 5’ê Kanûn a 2007’an a li Washington’ê.
Hingî Serokê DYA’yê George W. Bush û Serokwezîrê Tirkiye’yê Recep Tayyip
Erdoğan li ser stratejiyeke hevpar a şerê li dijî PKK’ê li hev
kiribûn. DYA’yê soz da ku bi alîkariya hevgirên ewrûpî, binesaziya avabûnên
sivîl ên tevgera rizgariya kurd ên li Ewrûpa’yê bike armanca êrîşan.
Serşêwirmenda wezareta karê derve ya DYA’yê Shari Villarosa, li ser mijara
şerê li dijî terorîzmê de di Adara 2010’an de da xuyakirin ku “bi israr
zor li ewrûpiyan hat kirin da ku li dijî PKK’ê bikevin nava liv û tevgerê.” Bi
vî rengî li ser zexta rayedarên DYA’yê êrîşên polêsan ên bi ser saziyên
nêzî PKK’ê de û girtina siyasetvanên kurd li Fransa, Îtalya, Belçîka û
Almanya’yê pêk hatin.
Di çarçoveya vê hevkariyê de ku DYA dide kirin, di Pûşbera 2008’an de
wezîrê karên navxweyî yê Almanya’ya Federal Wolfgang Schäuble (CDU) xebatên Roj
TV’yê li Almanya’yê qedexe kirin. Roj TV bi bernameyên xwe yên bi kurdî, tirkî,
erebî û suryanî li Ewrûpa û Rojhilata Navîn digihîje bi milyonan mirov û ji bo
gelek kurdên li Almanya’yê yekane çavkanî ye ku pê dikarin nûçeyan rasterast ji
Kurdistan’ê bibihîsin. Di belgeya qedexekirinê de dihê gotin, kanala
televizyonê li dijî “fikra bi hev re jiyana gelan e”. Di heman belgeyê de
wezareta karê navxweyî îddîa dike ku naveroka weşanê “pesindayîna
şerê çekdarî li dijî Tirkiye’yê” û “sorkirina kulta ferdekî ku li dor
serokê PKK’ê Abdullah Öcalan dihê hûnandin” e. Ji ber ku dewleta tirk bi
awayekî “hişktir şerê li dijî gerîlayên PKK’ê bi rê ve dibe” – ya ku
behsa wê dihê kirin, êrîşên hewayî ne ku huqûqa navneteweyî bin pê dikin û
Tirkiye’yê li dijî hedefên li bakurê Iraqê pêk tîne –bi ya “berjewendiyên
Komara Federal a Almanya’yê” diviyabû “kanala televizyonê ya PKK’ê were
qedexekirin.” Dadgeha Îdarî ya li Leipzigê sedemên qedexeyê erêkirin, lê
dadgehê qedexe di 26’ê Sibata 2010’an de betal kir. Wekî sedem jî hat gotin, ne
zelal e ka gelo qedexekirina li Almanya’yê ya televizyoneke li Danîmarka’yê
lîsansa weşanê stendiye bi huqûqa ewrûpî re li hev bike yan na. Hefteyekê
paşê yekîneyên rûnixumandî yên dij-terorê yên belçîkî bi ser studyoyên
kanalê yên li navçeya Belçîkayê Denderleeuwê de girtin. Li cihê weşanê bûn
sedema zirareke bêhtirî milyonek euroyî û gelek xebatkarên wê girtin.
Qedexekirina Roj TV’yê bû sedem ku yekîneyeke herêmî ya gerîlayên PKK’ê 8’ê
Tîrmeha 2008’an 3 endamên Komeleya Çiyagerên Alpan a alman li ser çiyayê
Agiriyê, li wargeha wan a 3 hezar û 200 metreyî bilind, werin girtin. Yekîneya
gerîlayan ev daxwaz dikir: “Divê hukûmeta Merkel tevî hukûmeta tirk dev jê
berde ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd qurbanî berjewendiyên aborî bike.”
Deh rojan paşê çiyagerên ji Bavyera’yê hatin berdan. Her çawa be, yekîneya
gerîlla ku xweser tevgeriya, zirar li doza kurd kir. Lewra koma partiya Die
Linke beriya çend rojan pêşniyarek dabû parlemana federal û tê de dixwest
ku “çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd xurttir li navenda hevîdîtinên
di barê endametiya Yekîtiya Ewrûpa’yê ya Tirkiye’yê were bicihkirin”. Die Linke
ev pêşniyara xwe paş ve kişand, lewra tê de her weha ev daxwaz
jî hebû “derxistina rêxistinên kurd ji lîsteya rêxistinên krîmînel, bi taybetî
jî ya PKK’ê” da ku “hukûmeta federal piştgiriyê bide aştiya herêmê”.
Serokê koma parlementoya federalî ya Die Linke, Bodo Ramelow, li ber fikra raya
giştî yê çapemeniyê sor kirî, çû secdê û got “Em nikarin di demekê de ku
rehîneyan digire, destekê bidin PKK’ê”.
Zextên li
dijî kurdan ên ji sînoran wê de, di salên 80’yî û 90’î de ji bo hêdî hêdî
jihevxistina mafên penaber û koçberan hatin bikaranîn. Hîna di dawiya salên
80’yî de dozgerê giştî yê federal Kurt Rebmann doza sînordarkirina mafê
penaberiyê kir: “Divê endamên rêveber ên PKK’ê vê fêm bikin. [...] di vê
çarçoveyê de divê mirov li ber çavan bigire û li ser bihizire ku siyaseta
penaberiyê û biyaniyan a zêde merd û ne bi ya pêdiviyên me yên ewlekariyê, di
demên dirêj ên pêş de, li dewleta me dikare veguhere hêmaneke
seqemnegîriyê.” Ji hingî ve bi taybetî jî penaberên ji Tirkiye’yê li Almanya’yê
bi îddîaya ku li Rojavayê Tirkiye’yê derfeta penaberiya ewle ya di nava welêt
de heye, hema bêjin qet şansê qebûlkirina mafê wan ê penaberiyê nemaye. Di
heman demê de jî bi pratîkeke gelekî hişk a dersînorkirinê re jî rû bi rû
ne. Bi ser de jî pêkanîna betalkirina mafê penaberiyê ku Destgeha Koçberî û
Penaberiyê ya Federal a li Nurnbergê (BAMF) li dijî mirovên ku penaberiya wan
hatiye qebûl kirin, dihê. BAMF xwe dispêre raporeke li ser rewşê ya
Wezareta Karên Derve û weha dibêje: “Di salên dawiyê de li Tirkiye’yê nemaze jî
di dema hukûmeta AKP’ê de bi guhertinên qanûn û destûra bingehîn û tedbîrên din
ên reforman, bi taybetî jî di mijara misogerkirina mafên mirovan de gelek
pêşketin hene. Bi pirranî, çavdêr guhertineke mentalîteyê ya ku tevahiya
civakê digire nav xwe, qebûl dikin.” Dijberên dewleta tirk ên ku li Almanya’yê
di nava “derdorên çepgirên radîkal” de xwedî cihekî mezin in, eger ew werin
dersînorkirin, hingî “di rewşên taybet ên yeko yeko de tehlûke heye ku
dewlet zextê li wan bike”. Ji ber vê yekê qaşo sedemên ku li pêşiya
dersînorkirinê bibin asteng nîn in. Di wê demê de ku ev rapora rewşê
dihate amadekirin, di dawiya Adara 2006’an de li gelek bajarên kurdan di dema
bi şîddetê tepisandina xwepêşandanên mezin de polêsan bêhtirî 10
sivîlan bi guleyan qetil kirin û di nava van sivîlan de gelek zarok jî hebûn.
Di sala
2009’an de Hukûmeta Federal a Almanya’yê bi Sûriye’yê re peymanek li ser
şûnveqebûlkirina penaberan mohr kir. Bi ya vê peymanê penaberên ku mafê
wan ê rûniştinê li Almanya’yê ne misoger e, wê karibin werin
dersînorkirin. Di vê çarçoveyê de li tevahiya Komara Federal 7 hezar mirov
mexdûr bûn. Di nava wan de kurdên ku ne welatî (bênasname) ne jî hene. Her çend
li Sûriye’yê bi awayekî sîstematîk zext li kurdan dihê kirin jî, ev peyman hat
mohrkirin.
Kurdên ku li
Komara Federal a Almanya’yê xwediyê mafê bêdem ê rûniştinê ne jî,
tûşî cudageriyê dibin. Eger ji Tirkiye’yê bin û hîna ne welatiyê
Almanya’yê bin, heta îro jî rayedarên fermî wekî ku tirk bin li wan dinihêrin û
“kar û barê” wan bi rê ve dibin. Bi vî rengî rayedarên bajarê Berlîn’ê qebûl
nekirin ku malbateke kurd di havîna 2009’an de navê helbestvanê kurd ê navdar
Cigerxwîn li kurê xwe bike. Sedem jî ew e ku di vî navî de tîpên ‘x’ û ‘w’ hene
û ev tîp di alfabeya tirkî de nîn in û li Tirkiye’yê qedexe ne
. Gelek dezgeh û tedbîrên ji bo destekkirina entegrasyonê bi wê rastiyê
nizanin ku kurd wekî duyemîn koma herî mezin a koçberan a li Almanya’yê ne, ji
koçberên tirk cihê, û xwediyê pirsgirêkên entegrasyonê yên taybet in. Wekî
mînak li Almanya’yê qebûlnekirina zimanê wan ê dayikê dibe sedema encamên
pêhisîna zanîstî û dêrûnî û ev encam di demên pêş de bandoreke neerînî li
pêkhatina kesayetiya zarokên kurd û li şensê wan ê perwerdehiyê dike.
Di
konferansa “Kurd li Almanya’yê – Dîrok, dema niha, perspektîfên ji bo
wekheviyê” de ku Federasyona Komeleyên Kurd li Almanya’yê YEK-KOM’ê tevî
saziyên penaber, aştî û mafê mirovan organîze kiribû, 150 beşdarên
siyasetvan, zanyar û nûnerên yekîtî û komeleyan di 9’ê Îlona 2009’an de li
parlemana Berlîn’ê biryar dan ku doza guhertina paradîgmaya siyaseta alman a
beramberî kurdan bikin. Xala navendî ev e: “Wekî komeke xweser a penaberan
qebûlkirina penaberên kurd û bi ya komên din ên penaberan yeknesakdîtina wan.”
Wekî din daxwazên ku dihên kirin wekî mînak dersa temamker a zimanê dayikê,
betalkirina qedexekirina PKK’ê, rawestandina dersînorkirina penaberên kurd in.
Beşdarên konferansê ji Komara Federal a Almanya’yê her weha xwestin ku ji
bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bi rolekî
xurttir rabe.
Dema mirov
siyaseta Tirkiye’yê û Rojhilata Navîn a Almanya’yê, ku ev 150 sal in bi
seqemgîrî berdewam dike, li ber çavan bigire, nemaze daxwaza dawî weha xuya
dike ku ne guncan e ku pêk were. Çawa ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de
çarenûsa gelê Ermenî bi qurbanî hevalbendiya stratejîk a çekan a alman û tirkan
hat kirin, îro jî çarenûsa gelê kurd di bin berjewendiyên jeopolîtîk û aborî
yên emperyalîzma almanan ên li Rojhilata Navîn û Nêzîk re dihên bicihkirin. Ne
bangên ji ber hestyariyên mirovahiyê, lê bi bûyerên darî çav ên mîna
demokratîkbûyîneke rateqînî ya Tirkiye’yê, ku her weha mafê diyarkirina
çarenûsa xwe yê Kurdan jî qebûl dike, dikare ji binî ve û bi awayekî esasî
siyaseta kurd a Almanya’yê biguhere. Ev mînak vê yekê bi awayekî zelal nîşan
dide: Salekê piştî ku rejîma Baas’ê ya li Iraqê hilweşiya, wezîrê
karên navxweyî yê alman Otto Schilly di buhara 2004’an de di rapora Saziya
Îstîxbarata Navxweyî ya Parastina Destûra Bingehîn de Yekîtî Niştimanî
Kurdistan YNK û Partiya Demokrat a Kurdistan’ê PDK di nava rêxistinên “ji bo
ewlekariyê tehlûke û hewldanên radîkal ên biyaniyan de” bi cih kiribûn.
Piştî salekê serokê YNK’ê Celal Talabanî wekî serokkomarê Iraqê hat
hilbijartin û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî bû serokê Herêma Kurdistana Iraqê
(Herêma Başûrê Kurdistan’ê). Hukûmeta Federal a Almanya’yê mêvandariya vî
siyasetmedarî kir ku hîna nû wekî “radîkal” hatibû binavkirin. Bi vî rengî,
naxwe mirov dikare hêvî bike ku rojekê Abdullah Öcalan jî li Berlîn’ê wekî
mêvanê dewletê were pêşwazîkirin. Lê belê guhertin divê ji hundir were, ji
hêzên demokratîk ên li Tirkiye’yê û Bakurê Kurdistan’ê.
Wergera ji almanî :
Lokman Turgut
Çavkanî:
Ev nîvîs ji
bo Le Monde diplomatique kurdî hatiye nivîsandin.
Dr. Nikolaus
Brauns : Nivîskar li Berlîn’ê dîrokzan û rojnamevan e û ji bo parlemantera
federal wekî hevkarê zanistî yê Ulla Jelpke kar dike. Tevî Brigitte Kiechle
hîna nû pirtûka bi navê “PKK – Perspektiven des kurdischen Freiheitskampfes:
Zwischen Selbstbestimmung, EU und Islam (PKK – Perspektîfên têkoşîna azadiyê
ya kurdan: Di navbera diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe, YE û Îslamê de”
weşand.
1.
Rosa
Luxemburg, Gesammelte Werke (Berhemên wê yên komkirî), berg 4, Berlîn 1990,
rûpel 83.
2.
Paul
Rohrbach, Die Bagdad-Bahn – Vom deutschen Weg zur Weltgeltung (Riya hesinî ya
Bexda’yê: Ji riya alman ber bi qebûlkirina ji aliyê cîhanê ve), Berlîn 1902,
rûpel 16.
3.
Richard
Albrecht: “Wer redet heute noch von der Vernichtung der Armenier? (Ma kî îro
behsa tinekirina ermeniyan dike?” – Hitlers Geheimrede am 22.August 1939
(Axaftina bi dizî ya Hitler di 22’ê Tebaxa 1939’an de), Herzogenrath 2007.
4.
Die Welt,
5’ê Cotmeha 1981’ê.
5.
Eberhard
Schultz, Zehn Jahre grenzüberschreitende Kurdenverfolgung (10 salan zextên li
dijî kurdan ên wêdetirî sînoran), Köln 1998, rûpel 17
6.
Verbotsverfügung
des Bundesinnenministers gegen die PKK, ERNK und kurdische Vereine vom
26.November 1993 (Fermana ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve qedexekirina PKK,
ERNEK û komeleyên kurd a 26’ê Mijdara 1993’an) , li gorî Bürgel ji ber girtî,
Türkeipolitik (siyaseta der barê Tirkiyê de), 472.
7.
Hevdîtina bi
Abdullah Öcalan re, Süddeutsche Zeitung 30/31’ê.Adara 1996’an.
8.
Hevdîtina bi
Abdullah Öcalan re, Der Spiegel, hejmar 46, sala 1996’an.
9. Todays Zaman
20’ê Adara 2010’an.
10.
Wezareta Karê Hundir, fermana
qedexekirinê, Berlîn 13’ê.Hezîrana 2008’an.
11.
Junge Welt
15.9.2008.
12.
Spiegel-Online
16.7.2008.
13.
Schultz,
Zehn Jahre (Deh sal), 17.
14.
Junge Welt
19.4.2006.
15.
Bundesministerium
des Inneren: Verfassungsschutzbericht für das Jahr 2003 (Wezareta Karê Hundir:
Rapora parastina destûra bingehîn a sala 2003’an), Berlîn 2004, rûpel 228.
http://www.lemonde-kurdi.com/siyaseta-alman-kurd-u-tirkiye